Nivîsbarî pêkhatina bernameyên kompîterê de, erk û peywirên bernameyê kordîne dike. Nivîsbariya bernaman bi giştî bi nîmro û hejmarên bi kod ve tê kirin. Û li gor zimanê îngilîzî tê nivîsandin. Bi giştî bernamên kompîterê bi zimanê îngilîzî nin. Bernamenûsên şîrketan bi awayekî sererast bernaman pêktînin û ji xeynî îngilîzî binesaziyekî înformatîk ava dikin, di nava bernamê de ji bo zimanên din. Şîrketên mezin ên bernamenûs û serekeyên warê feraziyê bi giştî bername û torên xwe ên cîvakî, naveroka bername û toran neguher çê dikin.
Ubuntu |
Hinek jî binesaziyekî ji bo guherandina naveroka zimanê çê dikin ango azad dihêlin. Kesên dilxaz jî dikare bi awayekî hêsan van naveroka zimanê van bernaman bi guherîne. Wekî bername û torên azad; Facebook, Ubuntu, WordPress, Joomla, Linux, Mozilla, Firefox, Netlog û bi sedan bername û torên civakî.
Windows |
Bername, nivîsbar û torên civakî ên naveroka van ne azad ango neguhêrbar jî ew in.
Google, Twitter, Windows, Aplle, Mac os x, I Book, Yahoo, Photoshop, Adobe, Têkelên Googleyê (wekî: Picasa, Google Talk, Google Chrome, Google Earth û hwd.)
Têkelên Windowsê, (wekî: Internet Explorer, Windows Live Messenger, Media Center, Office Word, Pint û bi hezaran têkel) û gelek bername û torên civakî ên din. Ew pergalene bi tenê mînakin wekî wê bi sedan, hezaran bername henin.
Ew bername û torên civakî bi personelên xwe ên zimanzan wergera dike. Ew bernamene ne azad in ji hêla her kesê/î ve naveroka zimanê van nayê guhertin.
Linux |
Ji bo guhertina naveroka zimanê van pergalan komên dilxwaz û koma PCkurd gelek hewldanên bihêz kirine lê ti encam neda. Gelek kampanya hete li dar xistin û gelek rûspiyên kurdan bang li van şîrketên bernamenûsan kir lê şîrketên mezin guh neda daxwaza kurdan. Guh û awirên xwe dan zêde dirawiya Tirkiyeyê.
Naveroka Windowsê bi pergalekê wisa hatiye çê kirin ku ti bername û sîstem nikare naverokê biguherîne. Ji ber wê kurd jî berê xwe dan nivîsbariya azad wekî Ubuntu û Linux.
Pergala Linux û Ubuntuyê bi temamî wegeriya ye Kurdî. Bi kar anîna van nivîsbaran Windows û bernamên din dide ji bîr kirin.
Armanca me jî ew e ku bernamên ku koma me wergerandî bi wê malperê bigihînin kurdên kurdîhez. Ji xeynî ew pêngavene bi sedan bernamên kurdî henin.
Em jî dilxwazên wergerandinê nin. Û me wê malperê jî ji bo nasandina bernamên bi zimanê kurdî ava kir.
Firefox |
Bê guman emê her roj ziyatir pêş bi kevin û ziyatir bername wergerînin û pêşkeşî kurdên kurdîhezan bikin. Rêgeza me ya sereke di warê kompîtergeriyê de Kurdan bê alternatîf nehêlandin. Em hêvîdarin ku gelek kurdên dilxaz wê beşdarê koma me bibe.