Mozilla Firefox 4.0

Posted on Mayıs 14, 2011

0


Bernameya Firefox 4 a kurdî-kurmancî derket. Firefoxa bi kurdî-soranî jî di rê de ye.

Rêveberiya Koma PC Kurdê ku ev demek e li ser Firefoxa kurdî xebat dike, bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir ku wan bernameya Firefox 4 a bi şêwezarê kurmanciya kurdî derxistine û niha jî xebata çêkirina bernameya bi şêwezarê soranî dikin.

Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku li Tirkiyeyê li bajarên kurdan û bajarên din ên rojava de hejmara bikarhênerên ku Firefoxa almanî û rûsî bi kar tînin ji ya kurdî zêdetir e û wiha tê gotin:

“Ji bo ku peyva ‘kurdî’ bi Firefoxa kurdî belav bibe, em hêvî dikin ku hemû kesên xwe wekî dilxwaz û dilsozên kurdî dibînin, bi qasî ji wan bê, Firefoxa kurdî li der û dora xwe bidine nasandin. Wekî mizgîniyekê, em dixwazin ragihînin ku piştî Firefoxa Kurdî-Kurmancî, niha jî wergerandina Firefoxa Kurdî-Soranî dest pê kiriye û Koma PC Kurd ku xwediya cerebeya kurdîkirina bername û amûrên teknolojiyê ye, mil dide wergêrên soranî da ku ev geroka lezgîn û ewle bi zaravayên din ên kurdî jî bê weşandin.”

Di daxuyaniyê de taybetiya bernameya nû ya Firefox 4 wiha tê rêzkirin:

“Firefox 4 bi gelek taybetiyên nû yên wekî Syncê ji guhertoyên din cudatir e. Ji guhertoya berê Firefox 3.6’ê 6 caran lezgîntir e. Her wiha ji hemû guhertoyên berê zêdetir xema ewlehiya bikarhêneran dixwe. Mozilla Firefox ku gerokeke înternetê ya belaş e, bi salan e li gel bi dehan zimanan, bi kurdî jî bi awayekî fermî tê weşandin. Mozilla Firefoxa ku ji ber taybetiyên xwe yên lezgînî, ewlehî û takekeskirinê roj bi roj li seranserê cîhanê belav dibe, di her guhertoyeke nû de xwe nû dike. Li gorî gerokên din ên wekî Internet Explorer, pir avantajên Firefoxê hene. Lezgînî, ewlekarî, parastina li hemberî vîrus û reklaman çend taybetiyên wê yên sereke ne.”//

Bernameya popûler ya gerokê Firefoxê

Malpera Fermî Ya Mozilla Firefoxê (www.mozilla.com/ku/)

Malpera Mozilla Firefoxê ya Taybet (kurdî) (www.firefoxakurdi.com)
 
 
Werger:Amed Çeko Jiyan
 
 
Etiketlendi: